Milîsên HBDH'ê li Amed û Sêrtê 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH'ê dan zanîn ku wan bi fîşekên hewayî Pêngava 15’ê Tebaxê li kolanên Amed û Sêrtê pîroz kirine.
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH'ê dan zanîn ku wan bi fîşekên hewayî Pêngava 15’ê Tebaxê li kolanên Amed û Sêrtê pîroz kirine.
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Milîsên me bi armanca pîrozkirina Pêngava 15'ê Tebaxê li Sêrt û Amedê çalakî li dar xistin."
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Di êvara 14’ê Tebaxê de em li warên ku ‘guleya ewil’ lê hatiye avêtin bûn. Me li Dihêya Sêrtê li Çiyayê Çiravê salvegera 40’emîn a Pêngava mezin bi fîşekên hewayî û çekan pîroz kir.
Heman şevê em li taxa Ben û Sen a Amedê daketin kolanan. Me “Roja Vejînê” bi fîşekên hewayî pîroz kir.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Em bi ruhê ku ji Pêngava mezin a 15’ê Tebaxê ku gelê me mezin kir, ber bi serkeftinê ve dimeşin! Weke têkoşerên fedaî yên gelên xwe em ê heta azadiya xwe li ser şopa nemirên xwe têkoşîna xwe bidomînin.”