Milîsên HBDH’ê li Şirnexê çalakî kirin

Milîsên Hayatî Can ên HBDH’ê li Stenbolê li ser dîwaran nivîs nivîsandin û li Şirnexê jî çalakî kirin.

Milîsên Hayatî Can ên HBDH’ê derbarê çalakiyên ku kirine, ev daxuyanî dan:

“Di 13’ê Tîrmehê saet di 23.00’an de li Taxa Karşiyaka ya Silopiya Şirnexê me ji çar aliyan li wesayîta polîsan dan. Li hemberî çalakiyê dijmin kete panîkê û wesayîtên zirxî sewqî taxê hate kirin. Bi deqîqeyan ji wesayîtên zirxî gule li derdorê reşandin. Milîsên me bi selametî ji qadê derketin.

Di 15’ê Tîrmehê de jî li Esenyûrta Stenbolê me ji bo silavkirina berxwedana rojiya mirinê çalakiyên nivîsandinê kir û propaganda kir.”