Milîsên HBDH’ê li Şirnex û Stenbolê çalakiyên sabotajê lidar xistin
Milîsên Mehmet Alî Kasirga yên HBDH'ê ragihandin ku li Şirnex û Stenbolê çalakiyên sabotajê lidar xistine.
Milîsên Mehmet Alî Kasirga yên HBDH'ê ragihandin ku li Şirnex û Stenbolê çalakiyên sabotajê lidar xistine.
Milîsên Mehmet Alî Kasirga yên HBDH'ê dan xuyakirin ku wan ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin, "Di 7'ê Tebaxê de li Stenbolê û di 8'ê Tebaxê de jî li Şirnexê me çalakiyên cuda yên sabotajê pêk anîn."
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Me êvara 7’ê Tebaxê Marketa Şokê ya Kagithane kir hedef. Marketa ku ji aliyê milîsên me ve hate şewitandin, ziyaneke mezin a madî çêbû.
Şeva 8’ê Tebaxê hedefa me makîneyên kar ên înşaetê yên şaredariya qeyûm bû. Milîsên me kamyonek bi temamî rûxandin.
Me bi çalakiyên xwe Pêngava 15’ê Tebaxê ku deriyên vejîna gelê Kurd vekir, silav kirin. Bi hêz û ruhê têkoşînê yê ku em ji vê pêngava mezin a şoreşgerî digirin, em ê darbeyên bênavber li dijminê faşîst bixin! Em ê teqez ala xwe ya serketinê li baregehên faşîzmê deynin.”