Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê bi sabotajê fabrîkeyek şewitand
Milîsên Nagîhan Akarsel ên HBDH’ê diyar kir wan li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê bi sabotajê fabrîkeyeke kaxizan şewitandine.
Milîsên Nagîhan Akarsel ên HBDH’ê diyar kir wan li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê bi sabotajê fabrîkeyeke kaxizan şewitandine.
Milîsên Nagîhan Akarsel ên HBDH’ê diyar kirin di 4’ê Cotmehê de piştî çalakvana jin a Kurd Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hate qetilkirin, ew ketine tevgerê û fabrîkeyek şewitandine.
Milîsên Nagîhan Akarsel ên HBDH’ê di daxuyaniya nivîskî de got “Hêzên me di 4’ê Tîrmehê de piştî nîvro li Taxa Yedî Eylulê ya Torbaliya Îzmîrê bi sabotajê fabrîkeyeke kaxizan şewitand.”