Milîsên HBDH'ê li Îzmîrê agir berdan febrîqeyekê
Milîsên Cesûr Azad ên HBDH'ê lİ Îzmîrê li hemberî febrîqeyeke 'faşîstan' çalakiya sabotajê kirin.
Milîsên Cesûr Azad ên HBDH'ê lİ Îzmîrê li hemberî febrîqeyeke 'faşîstan' çalakiya sabotajê kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Cesûr Azad ên HBDH'ê de hate gotin, "Milîsên me êvara 3'ê Tîrmehê saet di 20:30'î de li Îzmîrê çalakî kirin."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li taxa Ayranci ya navçeya Torbali ya Îzmîrê, me li hemberî febrîqeya lûle û boyaxê ya paşverûyan çalakiyek kir. Di encama şewitandina malzemeyên li hewşa febrîqeyê xisareke mezin a madî li febrîqeyê çêbû."
Milîsên Cesûr Azad ên HBDH'ê gotin, "Em ê Sîstema Tecrîd û Êşkenceyê ya Îmraliyê û zindanan hemûyan hilweşînin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên şoreşger azad bibin, çalakiyên me wê nesekinin."