Milîsên HBDH'ê febrîqeya ku kincê leşkerî ji çeteyan re didirût, dan ber agir

Milîsên Çekdar Canfeda yên HBDH'ê ragihandin ku li Dîlokê febrîqeyeke tekstîlê ya DMO'yê bi çalakiya sabotajê şewitandine.

Milîsên Çekdar Canfeda yê HBDH'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku 27'ê Hezîranê saet di 01:00 de li herêma Bînevlerê li hemberî febrîqeya tekstîlê ya DMO'yê çalakiya sabotajê kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li vê febrîqeyê ji bo çeteyên dewleta Tirk ên li Sûriye û Rojava kincên leşkerî dihate dirûtin û hate destnîşankirin ku febrîqe bi temamî şewitî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî çalakiyê milîsên me bi rengekî serketî ji qada çalakiyê çûn."