Milîsên HBDH'ê avêtin ser qereqola polîsan

Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH'ê ragihandin ku di salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de li Amedê bi bombeyên destan avêtine ser qereqola polîsan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH'ê de hate gotin, "Ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê bi bombeyên destan me avêtin ser qereqola polîsan."

Hate ragihandin ku çalakî şeva 13'ê Tebaxê hatiye kirin û hate gotin, "Me bombeyên destan avêtin polîsên li ber qereqolê di nobedê de bûn. Piştî teqînê polîsan li derdorê reşandin. Di encama çalakiyê de hin polîs birîndar bûn, ambûlans hat qereqolê. Milîsên me bi rengekî serketî ji qadê çûn. Heta serketinê em ê nesekinin."