Milîsên HBDH’ê agir berdan wesayitên AKP’iyan

Milîsên Sînan Dersîm ên HBDH’ê got, “Milîsên me li Gazîosmanpaşa û Arnavutkoyê agir berdan wesayitên alîgirên AKP’ê.”

Milîsên Sînan Dersîm ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekî nivîskî got, “Dijminê faşîst bi awayekî hovane êrîşê gelê me, kedkar, jin û ciwanên me dike; li hundir û ji derve komkujiyan pêk tîne. Çend dijminên gel ên bêesil yên ku baweriya xwe li qetlîamkeran tîne, di nava me de digerin. Difikirin ku ew ê çi bixwazin wê bikin û tu kes destê xwe nede wan.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Agirê hêrsa me wê we bişewitîne! Hûnê nikaribin birevin! Desthilatdariya faşîst, alîgirên wan û tu kes wê bikaribe xwe ji şervanên şoreşa yekbûyî xilas bike!

Milîsên Sînan Dersîm ên HBDH’ê li Stenbol, Gazîosmanpaşa û Arnavutkoyê li dijî wesayitên faşîstên AKP’ê çalakiya sabotajê li dar xist. 

Şeva 26 û 27’ê Kanûnê de milîsên me li Gazîosmanpaşa û Arnavutkoyê agir berda wesayitên alîgirên AKP’ê. Her du wesayît bi temamî hatin îmhakirin."