4 jê zarok 6 mexdûrên girtîgeha Pozantiyê ya Zarokan ku piştî mexdûr bibûn û serbest hatibûn berdan dîsa hatin girtin. 6 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê.
Li Mêrsînê 2 roj berê li navçeyên Akdenîz û Toroslarê polîsan di ser gelek malan de girt û 18 kesên bi hinceta tevlî çalakiyan bûne binçav kirin. Ji 18 kesan 2 kes li Midûriyeta Polîsan serbest hatin berdan û 11 jê zarok 16 kes jî bi hinceta "molotofkokteylî avêtine" û "Sîstema cemaweriyê xirab kirine" sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî 4 jê zarok 6 kes girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê û 10 kes jî serbest berdan. Kesên hatin girtina wiha ne: H.A, M.Y, P.E, Ş.A, Dilgeş Serîn û Çekdar ku paşnavê wî nehat zanîn.