Ciwanê Kurd ê bi navê B.E. piştî ku di girtîgeha Pozanti ya Edeneyê de ma, li rastî îşkence û mûameleyên xirab hat, xwe ji qata çaremîn avêt û xwest xwe bikuje. Bavê wî Şevkî Erol da zanîn ku kurê wî di girtîgehê de li rastî tecawiza bi copan hatiye û got ku ew ê giliyê girtîgehê bike.
Ciwanê Kurd Kurd ê bi navê B.E (24) yê li taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhana Edeneyê dijî û ji navçeya Midyada Mêrdînê ye, beriya di girtîgehên Pozanti û Kurkçulerê de maye. Di van girtîgehan de li rastî îşkenceyên giran hat. Di 16’ê îlonê de li mala mamê xwe ji qata çaremîn a malê avêt û xwest xwe bikuje.
B.E heta niha ji rîska mirinê rizgar nebûye û niha di Nexweşxaneya Numune ya Edeneyê de di beşa lezgîn de tê dermankirin. Aşkere bû ku E.B di encama îşkenceyên giran û îşkenceya bi ceyranê de qalê xwe wenda kiriye.”
Bavê B.E. Şevkî Erol ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di Girtîgeha Kurkçulerê li rastî lêdan û îşkenceya bi ceyranê hatiye û got; “Li rastî tecawiza bi copan a gardiyanan hat.”
Bav Erol destnîşan kir ku kurê wî beriya 8 mehan bi hinceta propagandaya rêxistinê kiriye, li Edeneyê hate girtin û piştî ku 20 rojan di Pozantiyê de ma, ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê û beriya du mehan serbest hat berdan.
Bav Erol ragihand ku ji ber îşkenceyên di girtîgehê de lê hatin kirine, aqlê xwe wenda kiriye û di nexweşxaneya aqil de dihat dermankirin. Bav Erol got ku ew ji Girtîgeha Kurkçulerê dozdar e got ku we ê sibê gilî bikin.
Bav Erol, da zanîn ku kurê wî B.E. ji rîzka mirinê rizgar nebûye û got ku kurê wê ji ber îşkence û muameleyên xirab ên ku di girtîgehê de li wî hatin kirin, xwest xwe bikuje.
Bi dehan zarokên Kurd di Girtîgeha Pozantiyê deli rastî îşkence, mûameleyên hovane û tecawizê hatin. Nûçegihana DÎHA’yê ya ku vê yekê aşkere kir, hate girtin. Polîs û daraza Tirk bi taybet li Mêrsîn û Edeneyê li hemberî zarokên Kurd terorê dimeşîne. Daraza rejîma Tirk di 9 mehan de 30 mexdûrên Pozantiyê binçavkir û ji vana 15 kes girtin. Li piraniya van zarokên Kurd, ji temenê wan zêdetir ceza li wan tên birîn. Lê hemû tecawizkar û kujer serbest tên berdan.