Ji zarokên ku di Girtîgeha Pozantiyê de rastî tecawizê hatibû Bakî Erol xwe ji qata 4'an avêt û întîhar kir. Bakî Erol rakirin Nexweşxaneya Nûmûne ya Edeneyê û xetereya jiyanê wî didome.
Piştî ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA’yê bûyerên tacîz û tecawizê ya li Girtîgeha Pozantiyê pêk dihat derxiste holê, gelek zarokên ji girtîgehê serbest hatibûn berdan. Lê ji zarokên serbeta hatin berdan dîsa gelek zarok hatin binçavkirin û girtin. Zarokên li derve jî mabûn di bin bandora travmaya de man û jiyana xwe didomandin. Bakî Erol yê ku 24 salî 2 meh berê ji Girtîgeha Pozantiyê tehliye bibû ji qata 4'an ya mala mamê xwe ya li Taxa Obalar a Semta Şakirpaşaya Edeneyê xwe avêt û întîxar kir.
Li gor agahiyên kurmamê Erol, Mûrat Erol da. Erol diyar kir ku, dema kurmamê wî hate girtin 7 meh zêdetir di Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê de hate girtin. Erol da zanîn ku, pişt re şandin Girtîgeha Pozantiyê, 15 roj serde derba bzû skandala tecawizê derket holê, serbest hate berdan. Erol wiha got: "Kurmamê min di demjimêr 03.00'ê şevê hate berdan. Xwe winda kiribû. Xwe bi xwe dikeniya. Şevê din çûbû mala mamê xwe Ferhan Erol. Beriya wê ji hemû nasên xwe yên li taxê xatir xwestibû. Di şaneşîna qata 4'emîn ya malê xwe avêtibû xwarê. Bijîşk dibêjin kezeba wî teqiyaye, parsûyên wî şikestine û xetereya jiyanê jî didome."
Tedawiya Erol, li Beşa Lezgin ya Nexweşxaneya Nûmûne ya Edeneyê didome.