Meşa ber bi Kadikoyê destpê kir

Meşa ber bi Kadikoyê destpê kir

Ji bo mitînga 1’ê Îlonê ya dê li Kadikoya Stenbolê bê li darxistin deh hezar ji du milan ve ketin meşê. Di pirsgirêka Kurd de daxwaza çareseriya demokratîk û protesto kirina polîtîkaya Hikumetê ya Sûriyeyê damga xwe li meşê da.

Kongreya Demokratîk ya Gelan, BDP, EMEP, ESP, Partîzan, SDP, DSÎP ya li ber Nexweşxaneya Nimûne kombûyîn bi pankart û alan cih girtin.

JINÊN KURD JI BO ROBOSKIYÊ EDALET XWESTIN

Di pêşiya Kortejê de pankarta bi îmzeya HDK’ê ya “Mirin na çareserî; pevçûn na muzakere” hate vekirin. HDK’iyan mudaxeleya Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê protesto kir, daxwaza xwesertiya demokratîk jî bilêv kirin. Di korteja ku pêşveçûnên Rojavayê Kurdistanê û Şemzînanê silav kirin û dan diyarkirin ku, rêya çareseriyê di Îmraliyê de derbaz dibin. ESP’ê pankarta “Gelê Tirk ji bo aştiyê derkevin qadan”, jinên Kurd jî bi cilên xwe yên gelêrî cihê xwe girtin û ji bo Roboskiyê edalet xwestin.

SENDÎKA DI MILÊ DUWEM YÊ MEŞÊ DE NE

Duwem milê meşê jî biboneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li ber Tepe Naitulusê kombûn, dest bi meşê kirin. Di korteja meşê de KESK, TMMOB, DÎSK, Odeya Tabîbên Stenbolê, TUMTÎS, Hava îş, ODP, TKP 1920 ÎHD, Komeleya Piştgiriya bi Gelê Filistînê, UÎD-DER û Halkevlerî (Malên Gel) jî di nav de gelek rêxistin cih digirin. Bi pankarta “Ji mudaxeleya emperyalîzma di Sûriyeyê de na” nivîsî, li pişt vê pankartê rêxistinên din jî kortejên xwe çêkirin. Weke din di meşê de endamê Hava Îş yê ji ber ku li dijî THY’ê ketibûn grevê ji kar hatibûn derxistin û karkerên textîlê yên HEY’ê jî cihê xwe girtin. Biryara dadgehê ya roja borî di derbarê kuştina aktîvîsta Aştiyê FHDD, Rachel Corrie ya ji aliyê siyonîstên Îsraîlê ve jî protesto kirin. FHDD wêneyên Rachel Corrie û bidovîzên “Qeza nîne cinayeta siyonîst” hilgirtin.

Di korteja ku di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk, êrîşên li dijî gelê Kurd û mudaxeleyên li ser Sûriyeyê hatin protesto kirin, sloganên “Qatîl DYA ji Rojhilata Navîn derkeve”, “Bijî biratiya gelan” û “Bijî aştî” hatin qêrîn.