Mele Abdullah Aydar jiyana xwe ji dest da
Bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Mele Abdullah Aydar (87), li nexweşxaneya ku dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Mele Abdullah Aydar (87), li nexweşxaneya ku dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Mele Abdullah Aydar (87), 20 roj berê ji ber nerehetiya gurçikan, rakirin nexweşxaneya Yuregîr Başketê û îro jiyana xwe ji dest da.
Xizmên malbatê hatin nexweşxaneyê, cenaze wergirtin û birin Mizgefta Hîcrat a Taxa Koza ya navçeya Yuregîr a Edeneyê.
Piştî nimêja ku li wir bê kirin, cenazeyê Mele Abdullah Aydar wê bi konvoyê bişînin Sêrtê.
Cenazeyê Aydar, piştî merasîma pêk bê wê li gundê Hot ê Berwariya Sêrtê bê definkirin.