Mehmet Aytûnç Altay ê 31 salan girtî bû, hate berdan

Mehmet Aytûnç Altay ku 31 salan girtî bû, hate berdan.

Ji kadroyên pêşeng ên Partiya Komunist a Tirkiyeyê/Partiya Şoreşa Tirkiyeyê û Yekitiyê Mehmet Aytûnç Altay piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan. Altay ji Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê hat berdan. Heval û xizmên wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin. Altay li ber girtîgehê daxuyanî da û got: “Min silavên hevalên me yên girtî ji we re aniye.”

Altay di sala 1956’an de li Gîresûnê hatiye dinê. Hê biçûk e malbata wî diçe Enqereyê û li wir mezin dibe û ji dibistana seretayî heta zanîngehê li wir dixwîne. Dema xwendekarê zanîngehê ye têkoşîna sosyalist nas dike û di nav vê têkoşînê de cih digire. Ew di sala 1993’yan de li Stenbolê tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn.