Meha Mijdarê li Tirkiyeyê 137 karker li ser kar mirin
ÎSÎG'ê ragihand ku meha Mijdarê 137 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dane.
ÎSÎG'ê ragihand ku meha Mijdarê 137 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser kuştina li ser kar a meha Mijdarê ya li Tirkiyeyê eşkere kir.
Di raporê de hate ragihandin ku 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku di nava 11 mehan de jî bi giştî 1772 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporê ji karkerên jiyana xwe ji dest dan 2 zarok û 7 jî penaber bûn.
Di raporê de hate gotin, ji karkerên jiyana xwe ji dest dane ji sedî 20 ji bilindahiyê ketine xwarê, ji sedî 17 ji ber eciqîn û hilweşînê û ji sedî 17 jî di encama qezayên trafîkê û servîsê de jiyana xwe ji dest dan.