Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî: Êrîşa Parîsê komkujiyeke plankirî ye
Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî got: "Nayê qebûlkirin ku mirov hewil bidin komkujiya li Parîsê bi nijadperestiyeke takekesî sînordar bikin.”
Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî got: "Nayê qebûlkirin ku mirov hewil bidin komkujiya li Parîsê bi nijadperestiyeke takekesî sînordar bikin.”
Desteya Rêveber a Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî (ÛKM) bi daxuyaniyeke nivîskî kesên di komkujiya Parîsê de hatine qetilkirin, bi bîr anîn û got: “Ev êrîş, êrîşeke plankirî ye.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Ji bo sedemên li pişt êrîşê werin eşkerekirin, pêwîstî bi lêpirsîneke navneteweyî heye. Nayê qebûlkirin ku mirov hewil bidin komkujiya li Parîsê bi nijadperestiyeke takekesî sînordar bikin.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Kurdan nîşan da ku ew ê ji kolanan netirsin. Hêzên tarî dixwazin Parîsê ku bajarê demokrasiyê ye, veguherînin bajarê xwînxwaran. Werin em xwedî li nirxên mirovahiyê derbikevin û ji bo eşkerekirina hemû hêzên li pişt komkujiyê zextê li ser raya giştî bikin."