Meclîsa ISIG’ê: Di nava salekê de herî kêm 72 karkerên zarok jiyana xwe dest dane

Li gorî rapora Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG), di navbera Îlona 2024’an û Tebaxa 2025’an de herî kêm 72 karkerên zarok di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hate diyarkirin ku 20 zarokan di sektora çandiniyê de, 19’an di sektora pîşesaziyê de, 17’an di sektora înşaetê de û 16’an jî di sektora xizmetê de jiyana xwe ji dest dane û hate destnîşankirin ku li gorî salên borî mirin li navendên bajaran zêdetir pêk tên.

Li gorî raporê karkeriya zarokan a bi rêya bernameyên MESEM’ê û Herêmên Pîşesaziya Organîzeyê zêde bûye.

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku 505 hezar xwendekar di çarçoveya bernameyên MESEM’ê de hefteyê çar rojan weke hêza kar a erzan tên xebitandin û hate îfadekirin ku ev yek ne perwerde ye, berovajî wê ‘’îstîsmarkirina keda zarokan e.’’

Hate bibîrxistin ku di du salên dawîn de di çarçoveya bernameyên MESEM’ê de herî kêm 15 û di dema staja lîseyan de jî 7 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.

Meclîsê ÎSIG’ê daxwaz kir ku karkeriya zarokan were qedexekirin, perwerde bi awayekî bê pere were dayîn, dawî li pergala 4+4+4’ê were û bernameyên MESEM’ê werin bidawîkirin.

Her wiha Meclîsa ISIG’ê da zanîn  ku divê ewlehiya qadên jiyana zarokan were dabînkirin û di perwerdeyê de esasên civakî û zanistî werin xurtkirin.