Meclisa Ciwanên Kadikoyê ji bo Roboskî meşiyan

Meclisa Ciwanên Kadikoyê ji bo Roboskî meşiyan

Meclisa Ciwanên Kadikoy a BDP’ê bi armanca bi bîranîna yên ku di komkujiya Roboskî de hatin qetil kirin de di duwemîn salvegera komkujiya Roboskî de li Meydana Altiyol a Kadikoyê heya Meydana Çeşmeyan meşekî meşalelî pêk anîn.

Ciwanan ku di meşê de pankarta “Hesaba Gever û Roboskî wê ji kujeran ciwan bi pirsin” dovizên ku navê 34 ciwanên li Roboskî jiyana xwe ji dest dayîn li ser nivîsî hatin hilgirtin. Di meşê de alên KCK û PKK’ê li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bi dirûşmeyên “Roboskî ji bîr neke, nede ji bîr kirin”, “kujerê Roboskî dewlelta faşîsta TC’ye”, “ ji Geziyê heya Geverê polîsê kujer li hemû cihane” hatin qêr kirin, komkujî şermezar kirin. Ciwanan piştî bi dawî kirina meşê li bin heykelê teyrik yê ku li Meydana Çeşmeyê ji bo 34 welatiyên ku hatin qetil kirin find pêxistin. Piştre jî ji bo yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqek rêzgirtin hat girin û marşa “Çerxa Şoreşê” gotin.

Daxuyanî ji aliyê endama  Meclisa Ciwanên BDP’a Kadikoyê Huriye Kalkan hat dayîn. Kalkan diyar kir ku li rexmê di ser komkujiya Roboskî re 2 sal jî derbaz bûne lê hîna jî desthilatdariya AKP’ê ji bo diyar kirina kujeran ti hewildanek ne kiriye û sedemê vê yekê jî ji ber berpisê vê hikûmeta AKP’ê ye.  Kalkan got ku armanca desthilatiya AKP’ê a komkujiyê ew bû ku gave bi kurdan şûnde bidin avêtin û ji tekoşîna wan paşda bixin û wiha dewam kir: “Hemû demê sedemê çima ev komkujî pêk hat lêpirsîn kirin û sekna li hemberî heman komkujê temaşe kirin, ji bo ciwanan erka bingehîne ku dost û dijminê xwe nasbike. Kalkan ku bang li gelê Kurd kir wiha got: “Weke ciwanên welatparêz em hemû gelê Kurdê welat parêz û ji bo ciwan hesaba van komkujiyên li ser gelê Kurd tên jiyan kirin bi pirsin, em banga bilind kirina rêxistinbûn û tekoşînê dikîn.”