Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê biguherînin

Di encamnameya Konferansa Asayî ya 3'yemîn a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de hate gotin, "Ev sîstema faşîst tenê bi têkoşîna ciwanan dikare bê guhertin. Em ê biguherînin û jiyaneke nû ava bikin."

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi dirûşma ‘Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi Paşeroja Azad’ di 24-25’ê Kanûnê de li Amed û Stenbolê Konferansa Asayî ya 3'yemîn lidar xist. Konferansa ku gelek kes tevlî bûn diyarî aktivîstên Kurd Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hate kirin ku di 23’ê Kanûnê de li Parîsê hatin qetilkirin.

'CIWAN WÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN KAPÎTALÎZMÊ BERXWEDANA CIVAKÎ MEZIN BIKE'

Meclîsa Ciwanan encamnameya konferansê wiha ragihand:

Kapîtalîzma ku bi sedan salan e şer dimeşîne di krîzên curbicur de ye, di sedsala 21. de ji bo şertê hebûna xwe, polîtîkayên tundî û takekesiyê kûr dike. Li aliyekî bi nêzbûna 'tu xwe çiqas bifikirî tu yê ewqas azad bibî' takekesiya azad tune dike, li aliyê din wekî îdeolojiyên netewperestî û olperestiyê civakan dixe bin tora xwe û bi vî rengî dixwaze bigihîje armanca xwe. Hêzên kapîtalîst ku ji şeran, rabezandinan, qeyranan deshilatî û serweriyê vediguhezîne, dixwaze bi pergala netew-dewletê civakan, baweriyan, nasnameyan; bi polîtîkayên komkujî, bişaftin û mêtingeriyê civakan bike berdewama pergala xwe. Bi vê armancê, ji bilî şerê NATO- Rûsyayê yê ku li Ukraynayê hatiye pêşxistin, her wiha bi gurkirina şer û tundiya li Rojhilata Navîn rêyeke din a çareseriyê ji xwe re peyda nake. Gelên bi pêşengiya ciwanan li ber xwe didin wê tecrîdê bişkînin! 

WÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku beriya 24 salan bi komployeke navneteweyî hatiye rehîngirtin di encama polîtîkayên desthilatê de di bin tecrîdeke giran de ye. Tecrîd wek berdewama komploya navneteweyî û her wiha bi armanca tesfîyekirina têkoşîna azadiya Kurdan tê meşandin. Ji ber vê yekê pergala Îmraliyê, bûye navenda modernîteya kapîtalîst ku bi vê pêngavê dixwaze modernîteya demokratîk ji holê rake. Ji bo ku AKP-MHP desthilatdariya xwe berdewam bike tekane rêyê di polîtîkayên şer de dibîne, ji aliyekî li şûna ku pirsgirêka Kurdan bi awayekî demokratîk çareser bike, siyaseta xwe ya îmha û tunekirinê berdewam dike; li aliyê din li ser şoreşa Rojava ku bi xeyala jiyana azad a bi destê jin û  ciwanan hatiye avakirin, êrişên dagirkeriyê bênavber dide domandin. Desthilat êrişan dibe her cihê ku Kurd lê ne û sûcên şer pêk tîne. Li Herêma Kurdistanê delîlên xurt hene ku li wê derê çekên kîmyewî hatiye bikaranîn. Êrîşa li ser Rojava û sûcên şer ên tên kirin dijminahiya li hemberî Kurdan radixe ber çavan.  Siyaseta înkar û tunekirinê tecrîdê, tecrîd şerî, şer feqîriyê bi xwe re tîne û desthilat dixwaze civakê bi vê zincîrê bike kole ku xeleka wê ya pêşî li girava Îmraliyê ye. Gelan li gel israra projeya kole-mirov a pergalê, xwe ji têkoşîna avakirina insanê azad dûr nexistiye û ji têkoşînê dûr nesekiniye.  Li hemberî faşîzma gel dê bi pêşengiya ciwanan dê berxwe bide, tecrîdê bişikîne û ew ê bi pergala kapîtalîst bide wendakirin. 

POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET

Em li hember polîtîkayên şerên taybet li ber xwe didin! Têkane hêz ciwanên birêxistinkirî ye ku modernîteya kapîtalîst tarûmar dike û modernîteya demokratîk ava dike. Desthilata şer a AKP-MHPê ya ku vê dizane, her ciwanê ku dixwaze xwe birêxistin bike, dike dijminê xwe. Bi tiryakê êrişê laşê wan û bi sîxuriyê êrişê hişê wan dike, bi derewa azadiya takekesî û psîkolojiya tirsê êrişî ciwanan dike. Dixwaze ciwanan di nav pergalê de bihêle û wan ji bo pergala xwe bike navgîn. Dixwaze bi polîtîkayên şer ên taybet ciwanan ji bo hemû armancên xwe yên qirêj amade bike. Desthilat jinên ciwan ên ku di pozîsyona pêşengên pêşenga de ne, hem ji ber ku ciwan in û hem jî ji ber ku jin in dike hedefa hemû polîtîkayên xwe yên qirêj. Desthilata baviksalar a AKP-MHPê, hewl dide ku jinên ciwan bike sermayeya polîtîkayên xwe, wan di nava fikarên jiyana rojana de bifetisîne û ji kesayetiya xwe dûr bixe û bi vî awayî hewl dide ku jinên ciwan bixe nav çerxa pergala xwe. Desthilata ku kujerên jinan bêceza dihêle di heman demê de jî êrişî destketiyên jinan dike, desthilatê her jina ku têdikoşe ji bo xwe wekî metirsî dîtiye. Desthilata ku dijminahiya jinan wekî erk dibîne, vê dijminahiyê li ser jinên Kurd ducaran dike, hewl dide ku jinên Kurd bênasname û bêçand bike û wan ji cewhera xweyî dûr bixe. Îpek Er, Gulistan Doku û bi dehan jinên ciwan bûne qurbanîyê polîtîkayen şerên taybet ku li ser jinên ciwanên Kurd tên meşandin. Polîtîkayên şerên  taybet ên ku ji bo bêeslkirina gelan li ser kar in, îro li ser ciwanan tê meşandin û ev polîtîka taybetî jî li ser komkujiya çandî û bişaftinê ne.  Li her navçe-bajarên ku tê de berxwadana xwerêvebêriyê çêbûye, bi festîvalên vala tê xwestin ku gelê wê derê bê hiş û bê bîr bimîne, ev yek encama heman polîtîkayê ye. Lê desthilata ku van êrişan hemûyan pêk tîne li hemberî jin û ciwanên têkoşer helîyaye. Ciwan ji bo paşeroja xwe ava bikin bi biryar in, ji bo avakirina modernîteya demokratîk bi israr in. Em ê zanîngehên azad ava bikin! 

Feraseta siyasî ya otorîter û zordar a desthilatê xwe di zanîngehan de jî diyar dike. Zanîngeh, ji hêlîna zanyariyê derketin û êdî li gor fahm û ferasata desthilatdarê zanyarî tê belavkirin. Zanîngeh bi rektorên qeyûm bûne dezgehên desthilatê û nava zanîngehan hatiye valakirin, hêviya ciwanan ji bo dîplomeyekê tê xerckirin.  Xwendekar bi pirsgirêkên wargeh, aborî û xwenenasiyê re rûbirû ye. Lê  ji bo desthilatê perwerdehî bûye ciyê bazirganiyê, xwendekar jî bûne sermiyan. Em dê akademiyên azad ava bikin û ji bo ku kampûsan ji destê zordestiya desthilatê rizgar bikin em dê qadên têkoşînê mezin bikin, em ê zanîngehên herwe (bêpere), bi zimanê dayikê, zanyariyê û azad ava bikin!   

EM Ê BIGUHERÎNIN

Ciwan wê biguherînin, ew ê jiyana nû ava bikin! Wek Meclisa Ciwanan a HDP'ê em ji bo jiyana azad û demokratîk bi biryarî têdikoşin, bi baweriya serfiraziyê dimeşin. Em li hemberî deshilatdariya şer a AKP-MHPê rêxistinbûna xwe mezin, têkoşîna xwe bilind bikin. Em vê yekê baş dizanin ku; ev çerxa faşîzan tenê bi têkoşîna ciwanan dê ji holê rabe. Em ê biguherînin û jiyana nû ava bikin!"