‘Me soz daye Zehra Saglam û şehîdan; Em ê tecrîdê bişkînin’

Birayê Zehra Saglam ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kiribû, Metîn Saglam di greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê de axivî û got; “Berxwedana gelê Kurd bi hêviyê mezin dibe”. Berxwedêr Koç jî got; “Me soz daye şehîdan ku em ê tecrîdê bişkînin.”

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Fransa Strasboûrgê ya 14 çalakgeran di roja 99’an de bi biryardarî didome.

Îro ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya Parlamenta Ewropayê bi beşdariya bi sedan kesî greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê ya 5 rojan hate destpêkirin û bivê re Strasboûrg bû yek ji navendên herî girîng ya berxwedana li dijî tecrîdê. Çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê bi biryaê Zehra Saglam Metîn Saglam re civiya.

BIRAYÊ ZEHRA SAGLAM: EV BERXWEDAN WÊ BI HÊVIYÊ MEZIN BIBE

Birayê Zehra Saglam a ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir û şehîd bû, Metîn Saglam beşdarî çalakiya li ber avahiya Parlamenta Ewrpayê bû. Saglam di axaftina xwe de hemû çalakerên greva birçîbûnê silav kir û got bi ruhê ciwanan wê beşdarî berxwedanê bibin.

Metîn Saglam diyar kir ku têkoşîn û berxwedana Leyla Guven dayî destpê kirin wê bidome û hemû cîhan dizane ku wê siyaseta qirêj û tecrîda dewleta Tirk bi berxwedanê were şikandin. Saglam got gelê Kurd wê bi hêviyê vê berxwedanê mezintir bikin û weke xwîna di demarên berxwedêran de wê gelê Kurd li ser pêyan bigre.

Metîn Saglam bibîrxist ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi deh hezaran şehîd hatine dayîn û wiha domand; “Em di saya têkoşîna wan şehîdan de dijîn. Tu caram me serî ne tewandiye û em natewînin jî.”

‘ME SOZ DAYE ZELAL Û ŞEHÎDÊN DIN; EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’

Piştî axaftinên Saglam ji çalakgerên grevê Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û Zehra Saglam û şehîdên meha Adarê bibîranî. Koç wiha domand; “Me soz daye Zehra Saglam (Zelal) û hemû şehîdan em ê tecrîdê bişkînin. Berdela wê çi dibe bila bibe bi teqez em ê tecrîda li ser Rêbertî bişkînin.”