Cenazeyên 61 penaberên Kurd ên ku di encama binavbûna keştiya penaberan a li bajaroka Ahmetbeylî ya Îzmîrê, ji aliyê malbatên wan ve hatin tesbîtkirin. Li ser navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Dijwar Keleş ji bo wergirtina cenazeyan hat Îzmîrê di daxuyaniya da de got; “Em ji bo birina cenazeyên xwe ji dewleta Tirk balefirek dixwazin. Em dixwazin 61 cenazeyên xwe bibin.”
Xizmên penaberên ji Rojavayê Kurdistanê di saetên sibê de ji bo wergirtina cenazeyên xwe hatin ber Saziya Tiba Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê û cenazeyên xwe teşhîs kirin.
Malbatan dan zanîn ku ew dixwazin cenazeyên 61 mirovên xwe bibin welatê xwe û ragihandin ku ji bo neqilkirina cenazeyan wana hevdîtin pêk anîne, lê ji bo wesayîta pereyek pir zêde ji wan tê xwestin.
Her wiha, li ser Desteya Bilind a Kurdan Dr. Başat Îbrahîm û Dijwar Keleş ji bo wergirtina ceazeyan û alîkarî bidin malbatan hatin Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Nunerên Kurdan bi rayedarên Saziya Tiba Edlî re hevdîtin pêk anîn.
EM DAXWAZ DIKIN KU BI BALEFIRAN CENAZEYAN BIBIN
Daxuyaniya ku Dijwar Keleş li ser navê Desteya Bilind ya Kurdan dayî da diyarkirin ku, wana ji bo hilgirtina cenazeyan alîkarî ji rayedarên Tirk xwestine û wiha got; “Rewşa aborî ya malbatan diyare. Em ji Tirkiyeyê daxwaz dikin ku, bibalefiran cenazeyan bibin. Herî kêm eger cenazeyan bi balefiran heya Deriyê Sînor yê Reyhanli bînin, em dê bikarin ji sînor derbaz bikin. Wesayîtên taybet yên cenazeyan pir pereyan dixwazin. Ji serê her cenazeyekê re 750 TL pere dixwazin. Malbat nikarin ew qas pere bidin.”
GIŞTÎ PENABERÊN JIYANA XWE JI DEST DAYÎ KURDIN
Keleş li aliyê din jî bang kir ku, ‘baş nêzî’ penaberên hêjan di bin çavan de bibin. Keleş destnîşan kir ku, “hemû penaberên jiyana xwe ji dest dayîn Kurdin. Dema ku hatine Tirkiyeyê ji bo pirsgirêk ji wan re dernekevin xwe weke Filîstînî dane naskirin. Lê belê ev rast nîne. Em mirovane hemû Kurdên ji ber şerê Sûriyeyê revîne.”