Malbatên girtiyan: Li dijî binpêkirinan dengê xwe derxîne

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Îzmîrê di roja 123’yan de berdewam dike. Malbatên girtiyan diyar kirin ku ew tiştên tên qewimîn qebûl nakin û gotin: “Divê hemû kes kes li dijî van binpêkirinan dengê xwe derxîne.“

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye, lê nayên berdan hatibû destpêkirin, di roja 123’yan de li pêşiya Baroya Îzmîrê dom kir. Di çalakiyê de malbatên girtiyan pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li xwe kiribûn. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Torbali û Guzelbahçeyê jî piştgirî dan çalakiyê.

Ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş di çalakiyê de axivî û da zanîn ku çalakiya wan a ji bo edaletê 123 roj li pey xwe hişt. Gumuş diyar kir ku divê kesek li hemberî têkoşîna wan bêdeng nemîne û wiha got: “Çav û guhên xwe li daxwazên me girtine. Bi sedan girtiyên nexweş hene ku nayên berdan. Di şert û mercên guncav de nayên tedawîkirin. Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Em qebûl nakin ku girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de bên ragirtin. Gelo girtiyeke nexweş dê di hucreya yekkesî de çawa li xwe binêre?”

BANGA BERDANÊ

Gumuş destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em, dayikên aştî û edaletê ne. Em van tiştên tên qewimîn qebûl nakin. Divê hemû kes kes li dijî van binpêkirinan dengê xwe derxîne.”