Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêber Apo ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê dan.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Mehmet Ocalan birayê Rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.