Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serlêdanên nû kirin.

29 meh in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Omer Hayîr Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Cetîn jî ji bo hevdîtina van her sê girtiyên din ku ew jî li Îmraliyê tên ragirtin, serî li her du saziyên peywendîdar dan.

29 MEH IN TI AGAHÎ NAYÊ GIRTIN

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.

Parêzer ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hefteyê du caran serlêdanan dikin. Lê bersivekî erênî yan nerênî tune ye.

DI 12 SALAN DE HEVDÎTINA 5 PARÊZERAN

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê roja 7’ê Tebaxê daxuyaniyek da, nerazîbûn nîşanî sîstema êşkenceyê da ku mîna wê nehatiye dîtin û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku bi hestiyar tevbigerin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Abdullah Ocalan di nava 12 salan tenê 5 hevdîtin bi parêzeran re kiriye. Hevdîtina herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an hatibû kirin.