Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin ku 28 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdaneke din kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin ku 28 meh in nikarin agahiyê jê werbigirin, serlêdaneke din kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awahî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzerên Ocalan hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bêbersiv têne hiştin.