Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda girankirî de ye, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar ku li Îmraliyê tê ragirtin Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Weysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li her du cihan dan.
3 sal in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.