Serokê AKP’ê yê Bajarê Colemêrgê Abdulmecît Tarhan ku duh li Colemêrgê wesayîta wî tenê hatibû dîtin û ji Tarhan agahî nehate girtin, birayê Tarhan Remezan Tarhan got, birayê min ji aliyê PKK’ê ve hatiye “revandin”. Birayê Tarhan li Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Gursel Tekîn geriya û alîkarî jê xwest.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Gursel Tekîn anî ziman ku, birayê Serokê AKP’ê yê Bajar Remezan Tarhan pêşî li wî geriya ye û min hevdîtina wî bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re da çêkirin.
Tekîn got; “birayê Mecît Tarhan, Remezan Tarhan xwe gihand min. alîkarî xwest. Min jî hevdîtina wî bi Birêz Serokê Giştî re da çêkirin.”
Li ser pirsa daxwaza Remezan Tarhan çibû jî Tekîn bersiva, “Got, ev sê roje em bêçarene, alîkarî ji me xwest” da.