Malbata gêrîlayê HPG’ê Veysî Karahanli piştî ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê agahî bigire ji bo testa DNA'yê dê serî li saziya tiba edlî bide.
Malbata gêrîlayê HPG’ê Veysî Karahanli yê di 15'ê Kanûna 2011'an de di şerê li bejahiya Çewlikê de jiyana xwe jidest da û li goristana bêkesan ya Kîlyosê hatibû veşartin piştî ku HPG'ê navê wan aşkera kir ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin ketin nava tevgerê. Malbata gêrîla Karahanlî serî li Şaxa ÎHD'a Stenbolê da. Malbata gêrîla Karahanli piştî ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê şer de agahî bigire ji bo testa DNA'yê dê serî li saziya tiba edlî ya Stenbolê bide.