Malbata Şenyaşar: Kujer û kesên ferman dane li derve ne

Malbata Şenyaşar di roja 839’an de Nobeta Edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê domandin.

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribû. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 839’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 

Malbatê, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Tunekirina edaletê di esasê xwe de şerê li dijî gerdûnê ye. Li holê sûcekî li dijî mirovahiyê heye. Faîl û kesên ferman dane hê jî nehatine girtin... Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye.”