Malbata Şenyaşar: Kujer li ber çavan in!
Malbata Şenyaşar a ku ji ber xizmên xwe yên hatibûn kuştin 77 roj in di nobeta edaletê de ne, gotin “Kujer eşkere ne lê tu dozger tuneye ku karibe wan bidarizîne.”
Malbata Şenyaşar a ku ji ber xizmên xwe yên hatibûn kuştin 77 roj in di nobeta edaletê de ne, gotin “Kujer eşkere ne lê tu dozger tuneye ku karibe wan bidarizîne.”
Emîne Şenyaşar a ku di sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar yê di êrîşê de birîndar bûbû, çalakiya nobetê didomîne.
Malbata Şenyaşar di roja 77’emîn a nobetê de hate ber deriyê Dadgeha Rihayê rûnişt.
Malbatê wekî rojên din dîsa li ser twîtterê peyamek weşand û got “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê sê mirovên me hatin kuştin. Bila rayedarek bibêje ‘Tiştekî wisa tune’ em ê jî biçin mala xwe. Kujer eşkere ne, lê dozger tuneye ku tişta pêwist bike. Wê têkoşîna me ya ji bo edaletê bidome. Em ê bêdeng nemînin.”
Suruç Devlet Hastanesinde üç insanımız katledildi.
— #ŞenyaşarAilesineAdalet (@senyasarailesi) May 24, 2021
Bir yetkili çıksın ''Böyle bir şey yaşanmamıştır.'' Desin biz de evimize gideriz.
Katiller belli; ama gereğini yapacak savcı yok.
ADALET mücadelemiz karşılık bulana kadar devam edecek...
susmayacağız.
@adalet_bakanlik pic.twitter.com/NPg0SGKUua