Malbata Şenyaşar: Jiyana bêedalet zilm e
Malbata Şenyaşar got “Em ji sala 2023’an edaletê dixwazin. Jiyana bê edalet zilm e.”
Malbata Şenyaşar got “Em ji sala 2023’an edaletê dixwazin. Jiyana bê edalet zilm e.”
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar tevî kurê Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû, li pêşiya Edliyeya Rihayê di 9’ê Adara 2021’an de Nobeta Edaletê dabû destpêkirin. Çalakiya malbatê di roja 662’an de didome.
Emîne Şenyaşar derbarê nobetê diyar kir ku wan di sala 2022’an de jî zilm dîtine û got “Di sala 2023’an de bila ev zilm biqede û kurê min were berdan. Em edaletê dixwazin. Hemû kesên belasebeb di girtîgehan de ne, bila werin berdan.”
Ferît Şenyaşar diyar kir li pêşiya edliyeyê sala 2022’an ji bo wan bi zext û zilmê derbas bûye û got “Wê rojekê edalet ji her kesî re lazim be. Li holê bêhiqûqtî û zilmek heye. Ji ber ku yê qetlîam kiriye, parlementerê partiya desthilatdariyê ye, nayê darizandin. Me ev zilm qebûl nekir. Em bawer dikin kesên vê bêhiqûqtiyê li me dikin wê were darizandin. Em ji sala 2023’an edaletê dixwazin. Jiyana bê edalet zilm e.”