Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk were, em ê têbikoşin
Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne bal kişandin ser rûniştina di 18’ê Tîrmehê de got “Heta ku edalet pêk were, em ê têbikoşin.”
Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne bal kişandin ser rûniştina di 18’ê Tîrmehê de got “Heta ku edalet pêk were, em ê têbikoşin.”
Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê ya roja 838’emîn de li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobed li malê pêk hat.
Malbatê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û bal kişand ser rûniştina 2’yemîn a dozê ku wê di 18’ê Tîrmehê de bê lidarxistin û wiha got: “Em li dijî neheqiyê ne.Heta edalet pêk were, em ê têbikoşin. 838 roj in ev pankart li ber Edliyeya Rihayê daliqandî ye. Ev 5 sal in em tenê edaletê dixwazin. Di 18’ê Tîrmehê de ya wê biçe Enqereyê yan jî wê dayê dawî li çalakiya xwe bîne û biçe mala xwe. Berpirsyarî ya darazê ye ku bi şeref û namûsê sond xwariye.”