Malbata Şenyaşar: Em bi hev re li dijî zilmê rawestin
Malbata Şenyaşar ku ev 76 roj in nobeta dadê digire li dijî zilmê banga yekbûnê kir û got, ''Zehmet jî be em ê dadê bînin.''
Malbata Şenyaşar ku ev 76 roj in nobeta dadê digire li dijî zilmê banga yekbûnê kir û got, ''Zehmet jî be em ê dadê bînin.''
Emîne Şenyaşar ku du kurê wê û hevserê wê sala 2018'an ji hêla Wekîlê AKP'ê Ibrahîm Yildiz û xizmên wî ve hatin kuştin û kurê û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 76 roj in li ber edliyaya Rihayê nobeta dadê digirin.
Çalakiya nobetê ji ber qedexeya derketina derve şemî û yekşemê li malê tê domandin.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê Twîtterê ev peyam par ve kir: ''Em li dijî zilmê bibin yek!''
Baroya Rihayê got, ''Em bi hurmet ji raya giştî re par ve dikin heta dawiyê komkujiya ku bi navê Komkujiya Nexweşxxaneya Pirsûsê derbasî dîrokê bûyî, bişopînin.''
Bi zorê jî em ê DAD'ê bînin.
Çi kesê ku piştevaniya me dikin em malavayiyê li wan dikin.''