Malbata Şenyaşar: Şertê pêşîn ê biexlaqbûnê edalet e

Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne got “Şertê pêşîn ê biexlaqnûnê, edalet e.”

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 831’emîn de li mala wan a li navçeya Pirsûsa Rihayê berdewam kir. Ji ber dawiya hefteyê ye malbat li mala xwe nobedê didomîne. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê bang li Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç kir û got: “Xêzikên li ser rûyê we, tayên spî yên di porê we de, nêrînên di çavên te de. Ewqas dem û dewran derbas bûn jî lê baweriya te ya bi edaletê qet kêm nebû. Şertê pêşîn ê biexlaqbûnê edalet e. Kesên ne xwedî edalet bin wê exlaqê wan jî tunebe.”