Malbat ji Îmralî vegeriyan

Malbat ji Îmralî vegeriyan

Ji malbata rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan, xwarziya Ocalan Dîlek Ocalan û vasîsa Cumali Karsu Pervîn Oduncu piştî ku hevdîtin pêkanîn, ji girava Îmralî vegeriyan.

Piştî ku malbat di saetên sibehê de çûn fermandariya cendermeyan a Gemlîkê li wir destûra çûna giravê hate asteng kirin û piştre jî destûra çûnê hate dayîn. Ji malbata rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, xwarziya Ocalan Dîlek Ocalan û vasîsa girtiyê binavê Cumali Karsu Pervîn Oduncu ji bo hevdîtinê berê xwe dan giravê. Piştî ku hevdîtin hat encamdan, malbat ji Îmralî vegeriyan fermandariya cendermeyan a Gemlîkê.

Piştî malbat vegeriyan, bêkû daxuyaniyek jibo çapemeniyê  bide, ji wir jî berê xwe dan Stenbolê.