Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên ji doza PKK'ê girtî yên li Îmraliyê Bayram Kaymaz û Cumalî Karsu ber bi Girava Îmraliyê ve birê ketin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin ji navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, dayîka Bayram Kaymaz Medîne Kaymaz û xwişka Cumalî Karsu Pervîn Oduncu piştî karên fermî yên li Fermandariya Cendirmeyan ya Gemlîkê ber bi Îmraliyê ve birê ketin.