Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 5 girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê çûn Gemlîkê ya Bûrsayê. Malbatan piştî astengiya li pêş xwe rakirin çûn Îmraliyê.

Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û biraziya Ocalan Dilek Ocalan, li gel xizmên girtiyên li Îmraliye, Vasîsa Cumalî Karsu Pervin Oduncu piştî destûr ji Wezareta Dadê girtin û şûnde berê xwe dan Îmraliyê. Malbatên ku çûn Navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê li Gemlukê hatin rawestandin. Malbatan li gel ku destûr ji Wezaretê û Dozgerê Komarê girtin hatin Fermandariya Cendirmeyan a Gemlikê. Malbatên ku di kontrola nasnameyan re derbas bûn, li vir derbasî Fermandariya Cendirmeyan bûn.

Piştî malat derbasî Fermandariya Cendirmeyan bûn, bi sedema ku biraziya Ocalan Dîlek Ocalan destûr ji wezaretê negirtiye derxistin derve. Li ser vê yekê Fatma Ocalan û Pervin Oduncu ji derketin derve û rewş şermezar kirin. Malbatan anîn ziman ku ger Dilek Ocalan bê astengkirin ew jî naçin Îmraliyê.

Midûrê Girtîgehê: Wezaret destûr bide jî ez destûr nadim

Piştî vêyekê Dilek Ocalan li ber Fermandariya Cendirmeyan rawestiya û got "Em li benda bersîva Wezareta Dadê ne." Lê midûrê Girtîgehê bi gotina "Wezaret destûr bidin jî ez destûr nadim" û malbat rawestandin. Midûrê Girtîgehê jî got "Li vir Wezîrê Dadê ez im"

Malbatan piştî bi Wezareta Dadê re hevditin pêk anin, destûr girtin û astengiya li pêş wan rabû. Malbat piştî astengiya li pêş wan rabû ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.