Peymana Lozanê ku 24’ê Tîrmeha sala 1923’yan hatiye îmzekirin, ji bo Kurdan xaleke werçerxê ye. Di para sêyemîn a peymanê de ku pê dabeşkirina Kurdistanê li çar parçeyan di qada navneteweyî de rewa bûye, di benda 4’emîn a xala 39’emîn a bi sernavê ‘’Parastina Neteweyên Kêmar’’ de wiha nivîsandî ye: ‘’Li ber tu welatiyekê Tirk, hem di têkiliyên taybet hem jî di yên bazirganiyê de, di warên olî, çapemenî û weşangeriya bi her awayî de û di civînan de, wê tu sînor li ber bikaranîna bi serbestî ya ziman neyê danîn. Di bendên 4’emîn û 5’emîn de, pênaseyeke giştî tê kirin ku mafê her welatiyî/ê ye ku zimanê xwe yê zikmakî bi kar bîne.
Dewleta Tirk, ji bo yên Misliman in bi qismî erê kir lê Kurdan jê bêyî par hişt.
Li gor hikumên xala 39’emîn a Lozanê ku peymaneke navneteweyî ye, beriya komar ava bibe, mafê Kurdan ê ku bi zimanê xwe zikmakî di warên giştî de bi kar bînin hebûye. Lê pêkanîn bi çi awayî bûye?
PLANE SELIHANDINA ŞERQÊ Û QEDEXEYA GIŞTÎ
Planê Selihandina Şerqê, sala 1925’an bi meriyet bûye û hikumên têkildarê qedexekirina axavtina bi Kurdî di warên giştî de jî di xala 14’emîn a plan de hene. Bi pişt re, bi dandestpêkirin kampanyaya “Welatîno Bi Tirkî Biaxivin” sala 1928’an, dest bi xelatkirina yên bi Kurdî diaxivin îxbar dikin hat kirin. Qedexeyên di Maqezagonê de nîn in, di Planê Selihandina Şerqê de hene û planê têkildarê Kurdistanê bi awayekê li dijî Makezagonê hatiye pêkanîn.
Tu rojname û kovarên bi Kurdî ku piştî sala 1923’yan bi veşarî li Tirkiyeyê hatine belavkirin, li Tirkiyeyê nehatine çapkirin. Kovar û weşanên mîna Hawar, Ronahî, Nûdem, Stêr, Rya Teze û Jiyan ku li parçeyên din ên Kurd lê dijîn, li Ermenistan û Ewropayê hatine çapkirin, rewşenbîrên û xwendekarên Kurd bi dizî anîne Tirkiyeyê. Piştî sala 1923’yan du pirtûkên Kurdî bi tenê li Tirkiyeyê hatine çapkirin û ev pirtûkên olî ne ku bi elfabeya Erebî hatine çapkirin.
QEDEXEBÛNA MEM Û ZÎNÊ BI ÎMZEYA ÎNONU
Mem û Zîna Ehmedê Xanî berhema pêşîn e ku qedexekirina wan derbasê nav qeydan bûye. Mem û Zîn ku li Çapxaneya Necmî Îstîkbal li Stenbolê çap bûye, di bin navê biryara “qedexekirin û berhevkirina yên bi dest bikevin” de îmzeya Serokkomar Înonu heye ku 13’ê Nîsana 1950’yî îmze kiriye.
QIMIL Û DOZA 49’AN
Girtina ji doza ku wek ‘Doza 49’an’ tê zanîn, 22’yê Îlona sala 1959’an dest pê kiriye. Di dozê de ku 50 kes li pey hev hatine girtin, ji xeynê Mûsa Anter, sedema girtina 16 kesan ew e ku li dijî berteka faşîst a berpêyî rojnameya Îlerî Yûrtê ku ‘Qimil’ weşand, li Mûsa Anter, Kurdî û mafê weşan û çapkirina bi Kurdî bûne xwedî.
Heman pêvajoyê, bertek nîşanê Parlamenterê CHP’ê yê Nîgdeyê Asim Eren dan; ji ber ev pirs ji Serokwezîr Adnan Menderes kir: “Bi qasê Tirkmenên ku Kurdan li Iraqê kuştine, hûn jî difikirin ku ew qas Kurdan li vir bikujin?” Bi taybetî xwendekar û rewşenbîrên Kurd ku li bajarên mezin ên mîna Enqereyê û Stenbolê mane, bi telgrafan Asîm Eren protesto kiriye. ‘’Kurdperest’’ên ku paşê parçe bi parçe hatine girtin, ev in.
Ji ber ku Mehmet Emîn Batû ku di girtîgeha leşkerî de xwîn ji mehd çû û jiyana xwe ji dest da, doz wek ‘Doza 49’an’ ma di bîra mirov de.
MÛSA ANTER BAL KIŞAND
Piştî ragirtina bi 14 mehan ji nav 49 kesên derxistine dadgehê 16 jê hiqûqzan in. Gava darizandinê diyalogên îbretî di nav şandeya dadgehê û yên hatine darizandin de çêbûne. Ji nav van diyalogan ya herî balkêş diyaloga di navbeyna serokê dadgehê û Mûsa Anter de ye ku helbestkarê helbesta Qimilê ye.
Dadger: Çima bi Kurdî dinivîsî?
Mûsa Anter: Li Stenbolê Cihû, Rûm û Ermen rojnameyan derdixin. Îngiliz û Fransî jî rojnameyan derdixin. Ez ku bi Kurdî dinivîsim wê çi bibe?
Dadger: Ew netewên kêm in.
Mûsa Anter: Qey li welêt yên kêm ji yên pir mezintir in? Eger bi qasê neteweyeke kêm mafê min nîn e ez çi bikim bi vê piraniyê? Ji xwe re biryarê bide û min jî wek neteweyeke kêmar bibîne!
Anter ku hiqûqzan bûye, bi awayekê ne rasterast, xwestiye balê bibe ser sê bendên pêşîn ên Xala 39’emîn a Peymana Lozanê, bi berdewama îşaret bi benda çaran jî dike. Doz ji ber ku dozeke dîrokî ye, wî mebest ew e ku balê bibe ser statuya Kurdan li vî welatî û mafên wan ên ku hatine binpêkirin.
ANTER Û KURD NESEKINÎN
Mûsa Anter gava girtî bûye, vala nesekiniye; şanoya xwe ya bi navê “Birîna Reş” ku sala 1959’an di girtîgehê de nivîsiye, sala 1956’an bi Çapxaneya Ekînê daye weşandin. Birîna Reş, berhema şanoyî ya pêşîn e ku li Tirkiyeyê hatiye çapkirin. Navbeyna salên 1960 û 1980’yî dikeve hewila derxistin rojname û kovara bi Kurdî. Rojnameya Dîcle-Firat, salên 1962-1963’yan 8 hejmar weşiya. Kovara Tîrêjê ku beriya derbeya 12’ê Îlonê bi tevahî bi Kurdî bûye, sala 1979’an çar hejmar li Îzmîrê derketiye.
12’Ê ÎLONÊ Û QEDEXEYA MAKEZAGONÎ
Têkildarê bikaranîna Kurdî di warê çapemenî û weşan û weşangeriyê, heta bi sala 1982’yan tu îbareyek qedexekirinê di makezagonê de nîn e. Di xala 26’emîn a makezagonê de ku bi derbeyê hatiye çêkirin, îbareyeke wiha heye: ‘’Daxuyandina fikiran û belavkirina wan, nabe ku zimanekê bi qanûnan qedexekirî bê kirin.’’ Di makezagonê de li gel tu di çarçoveya vê pênaseyê de zimanekê bi vî qanûnî hatibe qedexekirin în e, bi vê xalê Kurdî di warê çapemenî-weşanê de hat armanckirin.
QEDEXEYA QADA GIŞTÎ DI MAKEZAGONÊ DE
Ev xal, ji qanûna bi hejmar 2932’yan re ku 19’ê Cotmeha 1983’yan derket, bû pal û pişt. Kurdî bi pênaseya di vê xalê de bikaranîna Kurdî bi giştî hat qedexekirin.
ASTENGIYA MAKEZAGONÎ RABÛ, QEDEXE SEKINÎ
Tevî hemû zextan, bi têkoşîna ku hat kirin, 25’ê Çileya sala 1991’e bi biryara Desteya Wezîran ev qanûn hat rakirin. Piştî vê tarîxê weşanxaneyên bi Kurdî vebûn, rojname û kovarên bi Kurdî weşiyan. Piştî vê merheleyê awayê astengiya li ser çapkirin û weşandina bi Kurdî guherî. Îcar weşand di çarçoveya “Têkoşîna Li Dijî Terorê” hatin krîmînalîzekirin, dest bi girtina weşanxaneyan û wd. hat kirin.
KURTEYA WEŞANGERIYA BI KURDÎ
Azadiya Welat ku mînakek e, bi serê xwe mîna kurteya serpêhatiya weşangeriya bi Kurdî li Tirkiyeyê ye. Azadiya Welat, ji 26’ê Sibata sala 1994’an ta bi sala 2006’an hefteyê carekê derdiket; ji 15’ê Tebaxê û pê ve her roj derket. Azadiya Welat ku rojnameya tekane ya bi Kurdî bû ku her roj diweşiya, ji bo dagirtina valahiya ji ber girtinê çêdibû, 24’ê Adara sala 2007’an Dengê Welat, Mijdara sala 2008’an Welat, 16’ê Nîsana sala 2009’an Rojev, 6’ê Gulana sala 2009’an Hawar, 13’ê Mijdara 2009’an Rojev û herî dawî 31’ê Adara 2010’an bi sekinandina weşandina Azadiya Welat, cardin Rojev hat derxistin da ku valahî bê dagirtin. Zext bi tenê bi girtinê sînordar nedima, tim ceza li midûrên karê nivîsê ya rojnameyê dihat birîn. Rojname, sala 2016’an bi Biryarnameya Bi Hikumê Qanûnan hat girtin.