Lîjneya Şêwirê ya HDP’ê ji bo dema nû li hev civiyan

Lîjneya Şêwirê ya HDP’ê ji bo nîqaşên dema nû, li hev civiyan.

Endamên Lijneya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 5’emîn Kongreya Asayî de hatibû avakirin û ji 43 kesan pêk tê, li hotêleke Taksîm a Stenbolê civiya. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî tevlî civînê bûn. Li gel rêgeza xebatê û rêvebirinê, her wiha wê têkildarî siyaseta serdema nû jî nîqaş hatin kirin.

Bûldan di destpêka civînê de bi kurtî axivî û bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û got: “Wê du rê li ber gelên Tirkiyeyê bin. Ev her du rê wê pêşeroja Tirkiyeyê diyar bikin. Me jî di demek nêz de Tifaqa Ked û Azadiyê pêk anî. Ev tifaq wê niha bi çarçoveya hatî danîn re sînordar nemîne. Em qala tifaqek a ku wê hêj mezintir û berfirehtir bibe bikin. Îro bi rastî jî li Tirkiyeyê pêwîstî bi vê yekê heye. Em hîna li welatek ê ku jin lê tên qetilkirin dijîn, li Tirkiyeyek a ku kes xwe lê di ewlehiyê de hîs nake, dijîn. Em di pêvajoyek a ku krîzên aborî û civakî lê zêde ne de, derbas dibin. Mijarek din jî ya girîng, pirsgirêka Kurd e. Em dizanin ku heta li Tirkiyeyê demokratîkbûn nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Lewma divê Kurd, hêzên demokrasiyê û sosyalîst hemû bi hev re têbikoşin.”

‘XEBATÊN ME YÊN TIFAQÎ YÊN CUDA JÎ DIDOMIN’

Sancar jî destnîşan kir ku Lijneya Şêwirê ya HDP’ê ji ber pêwîstiya fikrên cuda hat avakirin û wiha got: “Bi rastî jî bi armanca îstişareyê hatiye avakirin. Hilbijartin di rojeva hemû kesê de ne, em bixwazin jî nexwazin jî her rojev girêdayî hilbijartinê dibe. Tifaq jî li ser vê yekê hat zêdekirin. Tê qebûlkirin ku em weke partî, partiya mifteyê ne. Armanca me tifaqa demokrasiyê ye. Kongreyê ji bo ku ev ji çend lingan pêk bê, fermana karkirinê da me. Helbet wê tifaqa sosyalîst a çepgir bê avakirin lê xebatên me yên tifaqî yên cuda jî didomin.”