Komek ulkucu li Zanîngeha Marmarayê êrîşî xwendekarê Kurd kirin. Xwendekarê ku ji serê xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.
Hate zanîn ku, li Zanîngeha Marmarayê komek ulkucu bi satoran êrîşî xwendekarê Kurd kirine. Tê gotin ku navê xwendekarê rastî êrîşê hatî Muhtesîme û li fakûlteya Perwerdehiyê dixwîne. Li gorî agahiyên ku hatiye bi dest xistin 5 kesên ulkucu ku di destê wan de sator hebû li Kampûsa Goztepeyê êrîşî xwendekar kirine û bi giranî birîndar kirine. Xwendekarê ji serê xwe bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Goztepeyê.
Di 4'ê Pûşberê jî komek ulkucu li heman kampûsê êrîşî 4 xwendekarên kurd kiribûn û wan birîndar kiribûn. Xwendekarên kurd dabûn zanîn ku êrîş di bin agahî û çavdêriya polîsan tê kirin û her çiqas agahî dabin rêvebiriya zanîngehê jî tu tedbîr nehatiye girtin.