Li Wanê tecrîda Îmraliyê hate protesto kirin

Li Wanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Wanê bi pêşengtiya Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê hate protestokirin. Daxuyanî li Kolana Hunerê hate dayîn û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Tecrîdê rakin, deriyên Îmraliyê vekin, aştiyê ava bikin” û “Azadî ji bo girtiyên nexweş” hatin vekirin. Her wiha girseyê gelek caran dirûşmên “Bêdeng nemîne, wê dor were ser te jî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin. 

Sekreterê TUHAY-DER’a Wanê Emîn Şeker di daxuyaniyê de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di bin tecrîdeke giran de ye û ev tişt anî ziman: “Ev bû 28 meh ku tu agahî jê nayên girtin. Nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û em vê tecrîdê qebûl nakin. Em dixwazin ku tecrîda li ser birêz Ocalan û hevalên li ba wî were rakirin.” 

Bi domdarî Şeker bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hefteyek berê hevalê me Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da. Tekane berpirsyarê vê Wezareta Edaletê û rêveberiya girtîgehê ye. Binpêkirinên li girtîgehan êdî di lûtkeyê de ne. Divê ev binpêkirin tavilê bi dawî bibin.” 

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.