Li Wanê bi deh hezaran diherikin Qada Beşyolê
Li Wanê ji bo mîtînga HDP’ê bi hezaran kes diherikin qada Beşyolê. HDP bi mîtînga xwe ya fînalê bi dirûşm û dowîzan ji gelê Amedê re silav dişine.

Mîtînga HDP’ê ya Wanê li Dûryana Beşyolê bi tevlîbûna deh hezaran destpê kir. Li qadê amadekariyên dawî tên kirin û li hemberî provokasyonekê hem polis û hem jî zabitayên şaredariyê bi kûçikan lêgerînê dikin. Gele bi 4 aliyan de li nuqteyên piştî lêgerîna zabitayan dikevin qadê. Qada bi alên HDP’ê û wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag hatin xemilandin. Li qadê gelek pankart û dowîz hatin daliqandin.
Ligel sed hezaran welatiyan wekîlên HDP’ê, namzetên HDP’ê yên Wanê, hevşaredar, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesên din tevlî dibin. Piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga Amedê li Wanê tedbir hatin kirin. Di çarçoveya tedbîran de hemû konteynirên çopê yên herêmê hatin rakirin. Destûrê nadin wesayît park bikin. Ji serê sibê ji navçeyan welatî ber bi Wanê ve dest bi herikînê kirin.
Li navenda navçeyê jî ji taxan gel bi meşê ber bi qadê ve diçe. Di mîtînga fînalê de wê ji Amedê re silavekî mezin bişînin. Welatiyên tevlî mîtîngê bûn kincên gelerî li xwe kirin. Piştî lêgerînê welatî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Qatil Erdogan", "Destên dirêjî HDP'ê dibin bişkên” û “Em HDP ber bi meclîsê” berz dikin.