Li Tirkiyeyê rewşa berastengan gelekî zehmet e
Serkan Çalişkan ê ku berasteng e û ji ber ku kar nabîne li kolanan dijî, diyar kir ku rewşa ciwan û berastangan gelekî zehmet e.
Serkan Çalişkan ê ku berasteng e û ji ber ku kar nabîne li kolanan dijî, diyar kir ku rewşa ciwan û berastangan gelekî zehmet e.
Li Tirkiyeyê pirsgirêkên berastengan roj bi roj zêde dibe. Bi wesîleya Roja Berastengan a Cihanê xwestin dengê xwe bidin bihîstin.
Serkan Çalişkan (32) ê ku di warê bihîstinê de berasteng e ji ANF’ê re qala zehmetiyan kir. Çalişkan bi saya perwerdehiya ku stendiye dikare ji lêvên mirovan gotina wan fêm bike. Çalişkan diyar dike wî heta pola duyemîn a dibistana navîn xwendiye, ew nikare bi meaşê berastengiyê debara xwe bike û ji ber vê li kar digere. Ji ber ku dê û bavê wî hev berdane, Çalişkan jî malê diterikîne û a niha li kolanan dijî.
Çalişkan diyar dike bi saya navroja ku hevalê wî yê li Nexweşxaneya Etfalê ya Şîşliyê dide wî, ew dikare zikê xwe têr bike û got “Ji bo ku ez birçî nemînim, min dizî kir. Piştre hatim girtin. Ez nikarim ji mirovan pereyan bixwazim, ji mecbûrî min dizî kir. Ji ber ku sabikeya min heye kes kar nade min.”
Çalişkan diyar kir ku herî zêde di dema qedexeyên derketina derve de wî zehmetî dîtiye û polîsan ew aciz kirine. Çalişkan got “Hefteya borî roja duşemê li Şîşliyê li quncekê dema ku ez radizam ez û du polîsên sivîl me nîqaş kir. Polîsek ji wesayîtê peya bû, bi çêr û sixêfan hate ez hişyar kirim û piştre êrîşî min kir. Polîsan piştre ji dêvila qereqolê ez birim nêzî Tiyatroya Servekirî ya Harbiyeyê. Li wir 4 polîsên din hebû û du saetan ez di wesayîtê de hiştim.”
Çalişkan diyar kir ku li kolanan tu ewlehiya wî tune û tekane daxwaza wî ev e ku ew ji xwe re karekî bibîne û li malekê bijî. Çalişkan diyar kir li Tirkiyeyê rewşa kesên ciwan û berastengan gelekî zehmet e û ew dixwaze wekî mirovan bijî.