Li Til Temirê li wesayîteke sivîlan hate xistin

Dewleta Tirk a dagirker li Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê li wesayîteke sivîl da.

Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk li wesayîteke sivîlan daye. Hate diyarkirin ev wesayît diçû Til Temirê.

Dewleta Tirk ji 10’ê Cotmehê û vir ve li rêya Til Temir – Zirganê dide.

Di nava 10 rojên dawîn de herî kêm 438 fuze û top avêtine Til Temirê û 5 kes birîndar bûne.

Şeva Yekşemê jî 118 fuze û top avêtibûn gundên Qibur Qeracine û Zirgan ên Til Temirê û roketên RPG-7 hatibûn bikaranîn.