Li Til Eranê Mecilîsa Ciwanan hate damezrandin

Li Til Eranê Mecilîsa Ciwanan hate damezrandin

Li gundê Til Eranê yê girêdayî bajaroka Babê ya Helebê Meclîsa Ciwanan hate damezirandin. Meclîsa Gel a Til Eranê jî 2 malbat li hev anîn.

Li gundê Til Eranê Meclîsa Ciwanan bi merasîmekê hate avakirin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, endamê TEV-DEM'ê Rojhat Xelîl axivî û bal kişand ser girîngiya xebat û rola ciwanan. Xelîl, anî ziman ku ciwan bingeha civaka kurd in û pêwîste ciwan di vê dema şoreşê de rola xwe baş bilîzin û bi şêweyek çalak tevlî xebatên pêşxistina pergala xweseriya demokratîk bibin. Ciwanên ku di civînê de axivîn jî, soza bilindkirina têkoşînê da.

MALBAT LI HEV ANÎN

Li aliyê din Meclîsa Gel a Til Eranê 2 malbatên ji eşîra Gewra ku xizmên hev in û di navbera wan de alozî hebû, li hev anîn. Alozî, di encama hewldanên meclîsê û şêniyên gund de, bi civînek lihevanînê de bidawî bû. Di axaftinên hatin kirin de, hate gotin ku çareserkirina van pirsgirêkan, dê yekîtiya di navbera kurdan de xurt tir bike.