Li Tarsusê berxwedan mezin dibe 2 polîs birîndarbûn

Di Taxa Fahrettinpaşa ya Tarsûsê polîsa êrîşê çalakiya protestoya HDP’ê kirin di navbera ciwanan û polîsan de şer derket, 2 polîs birindarbûn.

Di Taxa Fahrettinpaşa a Tarsûsê de polîsa êrîşê girseya ku girtina li ser HDP’ê û parlementera protestodikirin kir. Ciwana bersivda êrîşa polîsan û dinavbera polîs û ciwanan de şer derket. Polîsa bi gaz û gûleyên rast êrîşê ciwanan kir ,ciwanan jî bi bend û molotofan bersiv dan polîsan. Ciwanan nehîştin polîs bikevin taxê, di êrîşê de 2 polîs birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine girtin hat gotin ku li ber molotofên ku hatine avêtin wesayîtekî zirxî hatiye derbkirin, û 2 wesayîtên zirxî xwestine bend derbasbikin û bikevin taxê, li hevketine di encan de 2 polîs birîndar bûne. Polîsên ku birîndar bûne rakirine nexweşxanê.

Wesayîta zirxî hewl didin bikevin taxê, lê ciwan bi êrîşan bersiv didin û nahêlin polîs bikevin taxê, her ku diçe berxwedan zêde dibe gel jî li taxê kom dibe û piştgiriyê dide ciwanan û gel ber bi taxa Fahrettinpaşa ve dimeşin.

Her ku diçe li taxê şer dijwar û berdewam dike.

...