Li Tarsûsê 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Tarsûsê yek jê rêvebera HDP'ê ya navçeyê 2 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Mersîn Tarsûsê, du kesên li taxa Polatliyê dimeşiyan ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin û binçavkirin. Polîsan her du welatî birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsûsê.

Li gorî agahiyan, yek ji kesên hatine binçavkirin rêvebera HDP'ê ya Tarsûsê Şevîn Dayankaç e.

Li dû wergirtina îfadeyê Dayankaç serbest hat berdan, lê kesê bi navê Şerîf ê paşnavê wî nehat zanîn, bi hinceta ku ji ber dosyayeke din biryara girtina wî heye, ji bo sewqî dozgeriyê bê kirin li emniyetê tê ragirtin.