Li Taksîmê parêzer rastî benda polîsan hatin

Li Taksîmê parêzer rastî benda polîsan hatin

Beriya doza sibê ya darizandina parêzerên ÇHD'yî, bi sedan parêzeran xwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin, lê belê li ber Lîseya Galatasarayê bi TOMA û maşînên zirxî pêşî li wan hat birîn. 

Bi sedan parêzer, li ber Baroya Stenbolê hatin cem hev. Di çalakiyê de serokên baroyên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene, serok û endamên baroyên Roma, Parîs, Bruksel û baroyên Almanyayê amade bûn.

Bi sedan parêzer bi pankarta bi nivîsa "Parastin nabe bê darizandin" û bi meşaleyan meşiyan. Parêzeran dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Ji parastinê re azadî", "Parêzerên şoreşger rûmeta me ne", "Bila parêzerên girtî serbest bên berdan", "Parastin bêdeng nebû, wê bêdeng nebe" qîriyan.

Parêzerên xwestin bimeşin Taksîmê li ber Lîseya Galatasarayê ji aliyê TOMA, maşînên zirxî û bi sedan polîsan ve hatin sekinandin.

Parêzeran bi amîrên polîsan re hevdîtin kirin û diyar kirin ku ew dixwazin bimeşîn Meydana Taksîmê. Parêzeran gotin, "Hûne me bi erdê re bikişînin, ava şid berdin me, gazê berdin me, fermo bikin. Em bi biryar in."