Li Swêdê xebata berfireh a ji bo HDP'ê

HDP'ê mîna li Tirkiyeyê li Swêdê jî lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Tevî bajarên Gavle, Goteborg û Ûppsala, komîteyên hilbijartinê yên li gelek bajar û navçeyên Swêdê hatine avakirin, li malan digerin û hilbijêran ziyaret dikin.

HDP'ê mîna li Tirkiyeyê li Swêdê jî lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Tevî bajarên Gavle, Goteborg û Ûppsala, komîteyên hilbijartinê yên li gelek bajar û navçeyên Swêdê hatine avakirin, li malan digerin û hilbijêran ziyaret dikin. Di serdanan de ji Kurdistanî û Tirkiyeyiyan tê xwestin ku dengê xwe bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Yek ji bajarên ku Kurdistanî û dostên wan bi tempoyeke mezin lê dixebitin, paytext Stockholm e. Tevî komîteyên hilbijartinê yên ji aliyê komeleyên Kurdan ve hatina vakirin, Komîteya Piştevaniya HDP'ê ya ji aliyê derdorên pêşverû û şoreşger ên Tirkiyeyî û Kurdan ve hat avakirin, li tax û kolanên Stockholmê xebatên xwe yên hibijartinê dewam dike.

Ciwanên Kurdistanî jî, ji bo tevlîbûna hilbijêran a li hilbijartinên di 31'ê Gulanê de li Swêdê were kirin zêde bikin û dengan ji HDP'ê re peyda bikin, xebatên xwe bi xurtî dewam dikin.

Rojên Sêşem û Pêncşemê li semta Frîdhemsplan a Stockholmê li Komeleya Çanda Kurd li hev kom dibin. Ji aliyekî ve yên tên komeleyê û der heqê hilbijartinê de agahiyan dixwazin agahdar dikin, li aliyê din jî bi rêya telefonê xwe digihînin hilbijêran û ji wan dixwazin ku dengê xwe bikar bînin.

Tişta ku ciwan herî zêde li dij derdikevin jî, dema bikaranîna dengan e, ku li gelemperiya Swêdê wê tenê li Stockholmê di nava rojekê de bi dawî bibe. Ciwanên ku di wê baweriyê de ne ev dema bisînorkiî wê bandorê li hilbijartinan bike, destnîşan dikin ku ev yek ji bo astengkirina dengên ji bo HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatiye diyarkirin e.

Ji van ciwanan Ferît Sancar der barê xebatên xwe de agahî da û anî ziman ku piştî derxistina lîsteya hilbijêrên ew nas nakin re, hewl dane nûmareyên telefonê peyda bikin û piştre jî li van kesan geriyane û der heqê hilbijartinê de agahî dane wan.

Sancar da xuyakirin ku piraniya hilbijêrên ew lê geriyane, hilbijêrên di lîsteyê de qeydkirîne, lê belê haya wan bi xwe ji mafê xwe yê bikaranîna dengan nîne. Sancar got, "Em hewl didin polîtîkaya HDP'ê ji van derdoran re vebêjin û bihêlin ku dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin. Bi giranî em bersivên erênî ji Tirk, Kurd û Suryaniyan werdigirin. Gelek hilbijêr hene ku dibêjim em ê werin û dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin."

Sancar anîz iman ku tevî di lîsteya hilbijartinê de qeydkirîn jî nasnameya gelek kesan nîne û ji hilbijêran xwest ku beriya roja dengdanê heta 31'ê Gulanê serî li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê bidin û nasnameyê derxînin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê Îmran Karaer jî da xuyakirin ku li gorî çavdêriyên wan, eleqeya hilbijêran a ji bo hilbijartinên parlamenteriyê ji hilbijartinên Serokkomariyê zêdetir e. Karaer ragihand ku wan di destpêkê de Stockholm bi du herêman weke bakur û başûr ji hev veqetandine û dûre jî li van herêman herêmên jêrîn destnîşan kirine. Karaer diyar kir ku çi Kurd, Tirk û Asûrî bêyî cihêkariyê bikin, wan bi rêya telefonê xwe gihandine hemû kesên di lîsteya hilbijêran a Desteya Hilbijartinê ya Bilind de qeydkirî ne.

BANGA ÇÛYÎNA SER SINDOQAN

Karaer jî nerazîbûn nîşanî biryar Desteya Hilbijartinê ya Bilind da ku dengdana li Swêdê bi tenê li Stockholmê di nava rojekê de pêk tîne û got, "Li Norwêca ku 7 hezar 800 hilbijêrên xwe hene, mafê dengdayînê 10 roj in. Li Swêdê tevî 35 hezar hilbijêran jî bi tenê rojek hatiye diyarkirin. Ev yek bi zanebûn hat kirin. Dewleta Tirk dizane ku li vî welatî Kurd, Suryanî û hêzên mûxalîf xurt in. Tevî ku 300 kesî daxwaznameya dijderketinê nivîsandin jî, daxwaz hat redkirin. Sedema vê yekê jî astengkirina dengên ji bo HDP'ê ye."

Karaer anî ziman ku di dema berxwedana Kobanê de ji kîjan partiyê dibin bila bibin Kurd, derdorên pêşverû û demokrat ên Tirkiyeyî gelek caran daketin meydanan û got, "Van hemûyan desthilatdariya AKP'ê tirsandin. Ne pêkane ku 35 hezar hilbijêr di nava rojekê de li avahiyekê dengê xwe bikar bînin." Karaer bang li her kesên li Swêdê dijîn kir ku ji bo têkoşîna aştî, demokrasî û mafên mirovan biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.

...