Li Swêdê bi dehezaran nîjadperestî protesto kir

Li Swêdê bi dehezaran nîjadperestî protesto kir

Di yekşema borî de li taxa Korrtorp ya Stockholmê  xwepêşendaneke li dijî nîjadperestiyê pêk hatibû faşîstan êrîş çalakgeran kiribû. Li ser vê yekê navendên Swêdê bertek nîşanê van êrîşan dan. Bidehezaran kesên daketin kolanan, diyar kirin ku dê serî li dijî nîjadperestan netewînin û desturê nedin faşîzmê û nîjadperestiyê.

Li Stocholmê li taxa Korrtorpê li dîran xaçên bi gama hatibûn xêzkirin û dirûşmeyên nîjadperest hatibûn nivîsvin. Welatiyên ku xwestin vê rewşê protesto bikin rastî êrîşa 50 endamên ‘Tevgera berxwedana Swêdê’ yê rupuş hatin. Vê êrîşê rê li ber bertekên Swêdiyan vekir.

Rêxistina bi navê ‘Hat 17’ ya li dij nîjadperestiyê ku çalakî pêk anî, diyar kiribû ku dê li dijî êrîşa faşîzan çalakiyeke din pêk bînin û bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên siyasî kiribû ku tevli çalakiyê bibin.

Partiyên muxalefet; Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat, Partiya Keskan a Hawirdorê û Partiya Çep, ligel vê bi dehan rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku dê tevli xwepêşendanê bibin. Her wiha biryar girtin ku li bajarên din jî dê çalakiyên protestoyî pêk bînin.

Çalakiya herî mezin dê li taxa Karrtorp a Stockholmê pêk were. Çalakiya li sahaya sporê ya taxê pêk hat nêzî 20 hezar ksî tevlii bû û hunermend jî tevli bûn û stran striyan.

EV TIRSA WE JI ÇI YE?

Derhêner û senarîst Rojda Şekeroz yê ji Bakurê Kurdistanê axivî û got: “Ez îro li vir ne ku şîdetê protest bikim, ji bo ku mafê xwe yê jiyanê biparêzim li vî welatî me. Ez li vî welatî spî lê wek lekeyekê hatim dinê. Ji bo ku xwe bînin, neçûm Asyayê, çûm Dalarnaya Swêdê. Min çanda we ji destê we negirt. Min da we. We jî welatê ku ne welatê min bû, ji destê min negirt. Ev tirsa we çiye?”

Di axaftina li ser navê ‘Hat 17’ hat kirin de jî êrîşa nîjadperest hat şermezar kirin û polîs bi awayekî tund hat rexnekirin. Hat gotin ku polîsên Swêdê li dijî nîjadperestan bi toleranse û got ji 26 nîjadperestên ku hatine binçavkirin, 23 hatin berdan.

Serokê parlamentoyê Per Westerberg, wezîrê Entegrasyonê Erîk Ullenhag, wezîrê parastinê Karîn Engstrom û endamên partiya muxalefet û deshilatdariyê û gelek parlamenter tevli xwepêşendanê bûn.

PASÎFBÛNA POLÎS DEMOKRASIYÊ TEHDÎD DIKE

Êrîş û faliyetên komên nîjadperest yên ‘Tevgera Berxwedana Swêdê’ û ‘Partiya Swêdiyan’ di demên dawî de zêde bûne û ji ber ku polîsên Swêdê pêşî li vê nagire, rê ber bertekên mezin vekir.

Komeke rojnamger û nivîskar di rojnameya Svenska Dagsbladet di rupele ‘Nîqaşê’ de bi ser navê ‘Pasîbûna polîsan demokrasiyê tehdîd dike’ weşandin.

 DI 10 SALAN DE 14 CÎNAYETÊN NÎJADPEREST

Di nivîsa nivîskaran de hat diyar kirin ku federasyoan Rojnamegerên Swêdê lêkolînek da meşandin û diyar kir ku ji her çar rojnamegerî yek di bin zextan de ye  û di 5 salên dawî de ji 10 rojnamegeran 4 heb bi tehdîdan re rû bi rû tên û got Polîs van sûcan piştguh dikin.

Li gorî îstatîstikên polîsên Swêdê di navbera salên 1999-2000’î de 14 kes hatine qetilkirin.